Dengê taybet li Kerkûkê bi rê ve diçe

Peyamnêrê K24ê li Kerkûkê ragihand, berî bîstekê dengdana taybet li li parêzgeha Kerkûkê dest pê kir û Pêşmerge û hêzên ewlehiyê wek çawa Kerkûkê û tevahiya Kurdistanê diparêzin, ew jî ji sibê zû ve deng ji bo diyarkirina çarenivîsa xwe didin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Fermandarê Yekîneya 70 ya Hêzên Pêşmerge Şêx Cafer Şêx Mistefa, piştî dengê xwe li Kerkûkê da, ji K24ê re got: “Ti demekê wek îro dilxweş nebûm, ji ber ku hest dikim xwîna şehîdên me vala neçûn û birînên birîndarên me tên dermankirin.”

Got jî: “Divê xelkê Kurdistanê dilxweş be, îro xaka Kurdistanê yek girtiye, îro jî pîrozbahiyê li kesûkarên şehîdan û enfalkiriyan û tevahiya gelê Kurdistanê dikim.”