Mosko red dike ku bingehên HSD li Dêra Zorê bombebaran kiribe
K24 – Navenda Nûçeyan
Wezareta berevaniya Rûsî ragihand, ku wan êrîşî Hêzên Sûrya Demokrat li derdora kompaniya Konoko ya xazê nekiriye.
Herweha wezareta berevaniya Rûsî berdewam dibêje: “Hin endamên HSD derbasî navçeyên rojhilatê Dêra Zorê bûne bêyî ku şer di navbera wan û DAIŞê de çêbibe.
Berî niha HSD ragihandibû ku Rûsya û hikûmeta Sûriyê êrîşî bingehên wan li derdora kompaniya Konoko kirine û di encamê de şervanekî wan şehîd bûye û du şervanên din jî birîndar bûne.