Çi alî karnemaya PDK û YNK qebûl bike dê hikûmetê pêk bîne

PDK û YNKê red dikin ku ligel ti aliyekî Iraqî bo pêkanîna hikûmetê lihev kiribin. Di wê derbarê de endamekî Serkirdatiya PDKê aşkere dike, PDK û YNKê bi aliyekî Iraqî re lihev nekiriye.

K24 – Navenda Nûçeyan

PDK û YNKê red dikin ku ligel ti aliyekî Iraqî bo pêkanîna hikûmetê lihev kiribin. Di wê derbarê de endamekî Serkirdatiya PDKê aşkere dike, PDK û YNKê bi aliyekî Iraqî re lihev nekiriye.

Hin aliyên Şîe ragihandibûn, ku Kurd bi her cure hikûmetekê razî ne, Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) vê yekê red dikin.

Endamê Serkirdatiya PDKê Ehmed Kanî dibêje: “Ta niha ti aliyekî Iraqî bi fermî bersiva karnameya PDK û YNKê nedaye, ta bersiveke erênî nedin jî, em xwe yekalî nakin. Divê mafên Kurd ên destûrî werin cibicîkirin, wek nimûne madeya 140 ku bi ta awayekî jê bi paş ve venakişin û divê were cibicîkirin. Îdareya navçeyên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê. Krîza darayî.”

Du cemserên Şîe şerê razîkirina Kurd dikin, bi taybet PDK û YNKê, ji ber ku yekalîbûna mezintirîn koma parlemantoya Iraqê li ser Kurd maye. Heger Kurd biçin nava çi komê, ew kom dibe xwediyê postê Serokwezîrtiya Iraqê, lê Kurd dibêjin, pêwîst e bi erênî bersiva piraniya xalên karnemaye me were dayîn.

Endamê Serkirdatiya YNKê Arêz Ebdulah dibêje: “Bi ti hikûmetekê razî nabin û tê de beşdar nabin, heger mafên rewa û yên destûrî yên gelê Kurdistanê cibicî neke. Heger em her hikûmetekê razî bibûna, ji demekê ve dê hikûmet pêk hatiba. Niha 2 aliyên Şîe hene, heger Kurd biçe nava kîjan alî, dê ew alî bibe piranî.”

Karnameya PDK û YNKê ji 4 teweran pêk tê û di destê hemû aliyên di hilbijartinên Iraqê e serkeftî bi Şîe û Sune de ye, ji bo PDK û YNKê xwe yekalî bikin ku biçin nava çi hevpeymaniyê, li benda aliyên Iraqî ne ku bersiva tevahiya mercên di nava karnamê de bidin.

 

S. B