Nesrin Nas bo CHP û HDP: Hûn wenda ne!

Seroka berê ya Partiya Niştimanî (Anavatan Partisi) û aborînas Nesrin Nas, di medyaya civatî de rexneyên giran li sekna CHP û HDP dike, ku piştî hilbijartinan wenda bûn e û qet erkê opozisyonê bicîh nayênin

K24 – Navenda Nûçeyan

Seroka berê ya Partiya Niştimanî (Anavatan Partisi) û aborînas Nesrin Nas, di medyaya civatî de rexneyên giran li sekna CHP û HDP dike, ku piştî hilbijartinan wenda bûn e û qet erkê opozisyonê bicîh nayênin.

Nas dibêje: “Piştî hilbijartinên 24ê Hezîranê CHP ê HDP ji saheya siyasî wenda bûn e. Qet erkê xwe yê Opozisyonê bicîh nayênin. Nûneratiya xelkê ku deng dane wan jî pêk nayênin. Mafê we nîn e, hûn xelkê deng dan we û hûn wekî nûnerên xwe hilbijartin bêhêvî bikin”.

Nas tine ziman ku, CHP ketiye pevçûna Serokatiyê di navbeyna Kemal Kiliçdaroglu û Muharrem Ince de û HDP jî ji saheya siyasî wenda bûye.

 

 

C.B