Iraq: Li dijî PKKê ti operasyoneke hevbeş bi Tirkiyê re nakin

Wezîrê Derve yê Iraqê Îbrahîm Caferî nûtirîn helwesta welatê xwe derbarê encamdana operasyoneke leşkerî ya hevbeş bi Tirkiyê li dijî PKKê aşkere dike.

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezîrê Derve yê Iraqê Îbrahîm Caferî nûtirîn helwesta welatê xwe derbarê encamdana operasyoneke leşkerî ya hevbeş bi Tirkiyê li dijî PKKê aşkere dike.

Li gor malpera “Someriye News” a Iraqî, Wezîrê Derve yê Iraqê Îbrahîm Caferî red dike ku ew operasyoneke hevbeş bi Tirkiyê encam bidin û ragihand, niha Iraq kar ji bo avkirina welat dike.

Wezîrê Derve yê Iraqê Îbrahîm Caferî ku pêşwazî li Wekîlê Wezîrê Derve yê Tirkiyê Ehmed Yildirim kir, ragihand, rê nadin ti welatekî destêwerdanê di karûbarên navxweyî yên Iraqê de bike û ti opersyona hevbeş jî bi ti welatekî cîran re di nava Iraqê de encam nadin.

Berî çend rojan, Peyvdarê Hikûmeta Tirkiyê Bekîr Bozdag gotibû, wan bi hikûmeta Iraqê re ji bo bi hev re operasyoneke leşkerî li dijî PKKê li bakurê Iraqê encam bidin guftûgo kirine û helwesta Bexdayê li ser wê operasyonê erênî bû û her du alî gihêştine hevtêgihêştinekê.

 

S. B