Li Bexdayê agir bi komgeha sindoqên dengdanê ket

Li Bexdayê agir bi komgeha sindoqên dengdanê yên hilbijartinên 12ê Gulana bûrî ket.

K24 – Navenda Nûçeyan

Li Bexdayê agir bi komgeha sindoqên dengdanê yên hilbijartinên 12ê Gulana bûrî ket.

Peyamnêrê K24ê li Bexdayê da zanîn, li Bexdayê agir bi mezintirîn komgeha sindoqên dengdanê yên hilbijartinên 12ê Gulana bûrî ket û tevahiya encamên sindoqan hatin şewitandin.

Cîgirê Komîta Ewlehiyê di Parlemantoya Iraqê de Mihemed Rubeyî di daxuyaniyeke rojnamevanî de aşkere kir, agir bi komgeheke sindoqên dengdanê ya li navçeya Rusafa ya Bexdayê ket, di nava wê komgehê de amûreyên eliktironî û belgeyên Komisyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinên Iraqê hebûn.

Wezareta Navxwe ya Iraqê belav kir, tîmên agirkuj û hawarhatinê hewl didin agir vemirînin û hêzên ewlekariyê jî derdora komgehê dorpêç kirine.

Heta niha ti zanyarî li ser sedema pêketina wî agirî nehatiye zanîn.

 

 

S. B