Nêçîrvan Barzanî: Îtalya hawkareke sereke ya Herêma Kurdistanê ye

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî piştî civîna ligel Serokwezîrê Îtalyayê Giuseppe Conte di kongreya rojnemevanî de axivî. Barzanî spasiya Îtalyayê kir bo alîkariyên dane Herêma Kurdistanê.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî piştî civîna ligel Serokwezîrê Îtalyayê Giuseppe Conte di kongreya rojnemevanî de axivî. Barzanî spasiya Îtalyayê kir bo alîkariyên dane Herêma Kurdistanê.

Nêçîrvan Barzanî ragihand, Îtalya yek ji wan welatên hevpeymaniya navdewletî bû ku alîkariya Herêma Kurdistanê û Iraqê dikir. Bi taybetî jî spasiya Serokwezîrê Îtalyayê kir bo alîkarî û hemahengiya wan ligel Wezareta Pêşmerge û dezgêhên din ên emnî yên Kurdistanê.

Serokwezîr Barzanî anî ziman ku peywendiyên xurt di navbera Îtalya û Herêma Kurdistanê da hene û spasiya xwe anî ziman bo karên kulturî yên Îtalyayê li Herêma Kurdistanê. Herwiha spasiya Serokwezîrê Îtalyayê kir ku rola wan di jinûvesazkirina bendava Mûsilê de heye.

Serokwezîr Barzanî amaje bi wê yekê jî kir ku di civînê de behsa peywendiyên Herêma Kurdistanê û Îtalyayê geşedanên dawî yên li herêmê gotûbêjkirine.