YNK kandîdên hikûmeta nû diyar dike

Biyar e îro Polîtburoya Yekîtiya Niûtimanî ya Kurdistanê (YNK) ji bo diyarkirina kandîdên xwe ji kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê dicive.

K24 – Navenda Nûçeyan

Biyar e îro Polîtburoya Yekîtiya Niûtimanî ya Kurdistanê (YNK) ji bo diyarkirina kandîdên xwe ji kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê dicive.

Jêderekî ji K24ê re ragihand, duhî Polîtburoya YNKê dûrî çavên kamîretan li ser pirsa pêkanîna kabîneya nû civiya.

Wî jêderî aşkere kir, di civînê de guftûgo li ser kandîdên YNKê ji postên ku di hikûmeta bê de bikeve destê wê kir û biryar e jî careke din bicive û kandîdên xwe yekalî bike.

Her li gor zanyariyan, biryar e sibe Encûmena YNKê ji bo pesendkirina navên kandîdan û civînên ligel PDKê bo pêkanîna hikûmetê bicive.  

 

S. B