Sûriyê Artêşa Helebê hat damezrandin

Artêşa Helebê hat damezrandin
Hejmarek ji serkirde û fermandarên çekdarên opozîsyonê li Helebê.

K24 – Navenda Nûçeyan

Grûpên çekdar yên opozîsyona Sûriyê li Helebê xwe hilweşandin û hêzeke nû bi navê “Artêşa Helebê” bi serokatiya Ebdilrehman Nor wek Fermandarê Giştî û Beşîr Emar wek Fermandarê Leşkerî damezrandin, da ku di yek çeperê de şerê rêjîmê bikin.

Li gor zanyariyan, piştî ragihandina wê artêşê, ti grûpeke çekdar ya serbixwe li Helebê namîne û hemû di bin navê “Artêşa Helebê” de şer dikin. ev pêngav jî tê, da ku bi hev re bikarin li hember pêşveçûnên rêjîma Sûriyê di nava taxên rojhilatê Helebê de rawestin.

Damezrandina vê artêşê li ser daxwaza welatî û kesayetiyên Helebê yên di taxên rojhilata Helebê de dorpêçkirî, hatiye.

Li gor zanyariyan “Artêşa Helebê” ji bo du armancan pêk hatiye, ya yekem rûbirûbûna rêjîma Esed û mîlîşyatên din yên ser bi rêjîmê ve ye. Ya duyem jî rêgirtin li pêş hincetên Rûsyayê ye, ji ber ku Rûsya dibêje piştevaniya wê ji rêjîmê re bo jinavbirina Fetih El-Şamê (Eniya El-Nusra berê) ye.

Ev pêngava opozîsyona çekdar li Helebê piştî wê yekê tê, ku di çend rojên borî de rêjîma Sûriyê taxên rojhilatê Helebê Mesakin Henano, Saxor û Heyderiyê kontrol kiribûn û ziyaneke mezin gihandibû çekdarên opozîsyonê.