Serok Barzanî û cîgirê Serokomarê Iraqê pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê guftûgo dikin

Di hevdîtinekê de, Serok Mesûd Barzanî û Cîgirê Serokomarê Iraqê Osama Nuceyfî pêwendiyên di navbera Hewlêr û Bexdayê de guftûgo kirin û tekezî li ser çareserkirina pirsgirêkan bi riya guftûgo û danûstandinan kirin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Di hevdîtinekê de, Serok Mesûd Barzanî û Cîgirê Serokomarê Iraqê Osama Nuceyfî pêwendiyên di navbera Hewlêr û Bexdayê de guftûgo kirin û tekezî li ser çareserkirina pirsgirêkan bi riya guftûgo û danûstandinan kirin.

Îro 07.12.2017ê li Selahedîn serok Barzanî pêşwazî li cîgirê serokkomarê Iraqê Osame Nucêfî kir.

Di hevdîtinê de ku Sekreterê Polîtburoya PDKê Fazil Mîranî û endamên Polîtburoyê Hişyar Zêbarî û Azad Berwarî jî amade bûn, rewşa siyasî ya navnetewî, Iraq û navçeyê hate gotûbêj kirin û li ser rewşa koçberan û rewşa bajarê Mûsilê jî hate behs kirin.

Di beşeke din ê civînê de pêwendiyên di navbera Hewlêr û Bexda û proseya siyasî ya Iraqê û jiyana siyasî ya pêkhateyan li Iraqê û herwaha pirsgirêkên dinav proseya siyasî de hatin guftûgo kirin û her du aliyan tîşk xist ser pirsgirêkên di navbera herêma Kurdistanê û Bexda û diyar kirin nabe zimanê tûj û ferz kirina emrî waqiî pêkbên, ji ber hemû pirsgirêk dikare bi rêya guftûgo û rûniştinan ve bên çareser kirin.

Di hevdîtinê de her du alî hevbîr bûn ku çareseriya pirsgirêkan û rêgirtina li kûrbûna krîzan pêwîstiya xwe bi hemahengî û jihevtêgeheştin û karê hevbeş ê aliyan heye.