Ajansa Fars: Me bi şaşbûn axaftina Wezîrê Bergiriyê yê Iraqê wergerandibû

K24 – Navenda Nûçeyan

Ajansa “Fars” a Îranî li nûçeyeke xwe poşmam dibe, ku duh nûçeyek li ser zarê Wezîrê Bergîriyî yê Iraqî Îrfan Heyalî derbarê referandûmê de belav kiribû, ku di hevdîtina ligel Sekreterê Encûmena Asayişa Netewî Elî Şemxanî de gotiye: “Artêşa Iraqê qebûl nake bi riya pêngavên ne yasayî Iraq perçe bibe.” Wek rêgirtinekê li birêvebirina referandûma serxwebûna Kurdistanê.

Piştî Wezîrê Bergîriyî yê Iraqî Îrfan Heyalî di riya K24ê re ew nûçe red kir, ajansa Îranî nivîsîye: “Di dema wergerandina axaftina Wezîrê Bergîriyê yê Iraqê de, şaşbûn çê bûye, navborî gotiye, artêş li dijî her hewleke teroristî ya tekfîrî bo perçekirina Iraqê diweste.”

Ajansê axaftina Heyalî wiha belav kiribû: “Artêş qebûl nake bi riyê pêngavên ne yasayî Iraq perçe bibe”, niha guhart û serast kir û wiha nivîsiye: “Artêş li dijî her hewleke teroristî ya tekfîrî bo perçekirina Iraqê ye.”

Wezîrê Bergîriyê yê Iraqê ji K24ê re ragihand, “Ew daxuyaniyên ku bi navê min derbarê referandûmê de hatine belavkirin, dûr in ji rastiyê û em wek artêş destên xwe naxin di nava karûbarên siyasî û bi ti awayî min behsa wê babetê nekiriye.”

Wezîrê Bergîriyê yê Iraqê di daxuyaniya xwe de hevahengiya di navbera artêşa Iraqê û Pêşmerge de bi girîngî binav kir û got: “Hevhangiya di navbera artêş û hêzên Pêşmerge de di asteke bilind de ye û bi xwîna Pêşmerge û artêşa Iraqê dikarin bi ser dijminên hevbeş bikevin.”

Demek e Komara Îslamî ya Îran di riya kenalên curbicur de dijayetiya xwe bo referandûma serxwebûna Kurdistanê dibêje, pê de diçe jî ku wê ajansê bi mebest ew daxuyaniya Wezîrê Bergîriyê guhartibe.