Li Qamişlo welatî dibin qurbaniyên guleyan

Li bajarê Qamişlo guleyek ji jêdereke nediyar ve li serê keçeke 5 salî ket. Malbata wê zarokê ji desteyên berpirsyar daxwaz dikin çareyekê ji diyardeya berdana guleyan di şahî û cejnan de bibînin.
kurdistan24.net

 

K24 – Qamişlo

Li bajarê Qamişlo guleyek ji jêdereke nediyar ve li serê keçeke 5 salî ket. Malbata wê zarokê ji desteyên berpirsyar daxwaz dikin çareyekê ji diyardeya berdana guleyan di şahî û cejnan de bibînin.

Helez Mer'an keça 5 salî dema dixwest ligel malbata xwe demekê li gulîstana bajêr biqedîne, guleyek ji cihekî ne diyar ve lê ket û pê re hate ji bo nexwşxaneya bajarê Qamişlo hat veguhestin. Dayika Helezê dibêje, ew nikarin ti kesî tawanbar bikin, ji ber ku jêdera guleyê nediyar e, lê banga xwe dike ku kesên berpirsyar zagon û biryaran derxin ta ku kesine din mîna Helezê nebine qurbanî.

Guleya hatiye berdan li serê Helez ketiye û hestiyên seriyê wê jî derbas kirine û di cihekî de asê maye. Li gorî pizîşkê pispor, ti metirsî li ser jiyana keçikê tune ye û eger piştî hefteyekê tendirustiya wê baş bibe, nema pêwistiya wê bi neştergeriyê jî heye, lê ew gule wê di serê wê de bimîne.

Tê zanîn ku di dema dawî de gelek kêseyên hevawa li herêmê rû dane û di meha bûrî de rojnemevanekî kurd bi navê Ebdulrehîm Osman li bajarê Hesekê di bûyereke weha de jiyana xwe ji dest da.

Li gorî agahiyên nexweşxaneyekê li bajarê Hesekê, di heyama 2 salên bûrî de 10 kesên sivîl bûne qurbaniyên guleyên hevawa. Welatiyên deverê ji sazî û desteyên têklidar dixwazin ku bi erkê xwe rabin û berdana guleyan di şahî, zemawend, cejin û sersalan de qedexe bikin û vê diyardeyê rawestînin.