Koçberên Efrînê di rewşeke pir zehmet de dimînin

Piştî 58 rojan ji êrîşa artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ên opozîsyona Sûriyê li ser Efrînê, di roja 18ê Adarê de derbasî Efrînê bûn, ji encama wê êrîşê jî zêdetir ji 200 hezar welatiyên Efrînê koçberî deverên bakurê Helebê, Minbic û deverên rojhilatê çemê Ferêt yên di bin kontrola HSDê bûn.
kurdistan24.net

 

K24 – Navenda Nûçeyan

Piştî 58 rojan ji êrîşa artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ên opozîsyona Sûriyê li ser Efrînê, di roja 18ê Adarê de derbasî Efrînê bûn, ji encama wê êrîşê jî zêdetir ji 200 hezar welatiyên Efrînê koçberî deverên bakurê Helebê, Minbic û deverên rojhilatê çemê Ferêt yên di bin kontrola HSDê bûn.

Efrîniyên ku koçber bûne di şer û mercên gelekî dijwar de dijîn, ku bê xwarin, vexwarin û pêwîstiyên jiyanê yên sereke dimînin, bêyî ku ti rêxistineke navdewletî yan navxweyî alîkariya wan bike.

Çalakvanê Efrînî yê koçber Elî Betal li ser rewşa koçberên Efrînê wiha ji K24ê re axivî: “Xelk li erdê ye. Nan, av, şîrê zarokan tune ne. Xelkê me pir zehmetiyan dibîne. Piştî ku me 3 roj li devera Şehba derbas kir, me pir zehmetî dît, piştre em bi grûpeke sivîl re, em derbasî Minbicê bûn û niha em gihîştine Kobanê.”

Koçberên Efrînê hişyariyê didin ku gundên wan rastî guhartineke demografî tên, ku Erebên ji navçeyên din li cih û warên wan tên bicihkirin. Herwiha bi hemû mal û samanên wan tên talankirin. Ev yek jî ji bilî girtina xortan û eşkencekirina wan. Ji aliyekî din ve jî metirsî li ser nifşê ciwanan heye, ku ji aliyê rêjîma Sûriyê ve ji bo birina leşkeriyê bêne girtin.

Koçberê Efrînî Ehmed Qitmê ji K24ê re got: “Dema grûpên Îslamî yên tundrew wek DAIŞ, Nusra û Îxwan Milslimîn derbasî Efrînê bûn, dizî û talanî bi awayekî hivane çê bû, ku xelk ji gundan koçber kirin û tanaln kirin.”

Artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ên opozçsyona Sûriyê di 20ê Çileya bûrî de bi fermî dest bi operasyoneke leşkerî li ser Efrînê kir, di encama wê êrîşê de û i gor amaran dora 300 welatiyên sivîl şehîd bûn û zêdetir ji 700 sivîlên din jî birîndar bûn. Herwiha nêzîkî 200 hezar welatî jî koçber bûn.