PKK mikurhatinên du endamên MÎTê belav dike

Herdu berpirsên MÎTê nasname û postên xwe eşkere dikin û dibêjin ku tendirustiya wan baş e û PKK ew îşkence nekirine.

K24 - Navenda Nûçeyan

PKK daxuyaniyên herdu berpirsên dezgeha hewlagiriya Tirkiyê (MÎT)ê belav dike, ku berî çend mehan ji aliyê hin endamên PKKê ve li parêzgeha Silêmaniyê li Herêma Kurdistanê hatin girtin.

Li gorî vîdyoya PKKê belav kiriye, herdu berpirsên MÎTê nasname û postên xwe eşkere dikin û dibêjin ku tendirustiya wan baş e û PKK ew îşkence nekirine.

Ji aliyê xwe ve heya niha Hikûmeta Tirkiyê ti daxuyaniyek derbarê herdu berpirsên MÎTê nedaye.

https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/35abb636-ee78-4f81-ac84-a8cf2377cf59/010618YWW.ism/manifest