Jêrderyaya Arjentînî piştî salekê hat dîtin

Piştî ku jêrderyeyeke Arjentînê salekê di bin deryayê de nebedî bû, cihê wê ji aliyê tîmeke Amerîkî ve hat dîtin û niha bizavên derxistina wê tên kirin.

K24 - Navenda Nûçeyan.

Piştî ku jêrderyeyeke Arjentînê salekê di bin deryayê de nebedî bû, cihê wê ji aliyê tîmeke Amerîkî ve hat dîtin û niha bizavên derxistina wê tên kirin.

Li gorî nûçeyeke rojnameya The Daily Meal a Birîtanî, jêrderyaya Arjentînî bi kûriya 900 metran di bin Zerya Atlantik de bû û ji aliyê tîmeke Amerîkî ve cihê wê hatiye naskirin.

Tîma Amerîkî diyar kiriye, ku sedema noqbûna wê jêrderyayê, çêbûna û kêşeyeke elektirîkê bû.

Di 15ê Mijdara 2017an de, ew jêrderyayî dema ku ji navçeya Yushawya ya başûrê Arjentînê vedigeriya, pêwendiya wê li gel hêzên deryayî yên Arjentînê qut bû û bi temamî nebedî bû.

Piştî salekê hîn jî malbatên sernişînên wê jêrderyayê, ku hejmara wan 44 kes bû, hêvîdar in ku zarokên wan selamet bin, lê ew hêvî gellekî kêm e.

N.O