Nêçîrvan Barzanî: Helwesta welatan derbarê referandûmê de sirûştî ye

Civîna Encûmena Serkirdayetiya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) bi serokatiya Mesûd Barzanî bi dawî bû û her yek ji Cîgirê Serokê PDKê Nêçîrvan Barzanî û endamê Polîtburoya PDKê Roj Nûrî Şaweys naveroka civînê bo medyayê radigihînin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Piştî civînê, Cîgirê Serokê PDKê Nêçîrvan Barzanî ragihand, “Helwesta welatan derbarê referandûmê sirûştî ye û daxwaz ji xelkê Kurdistanê dikin dengê “Belê” di referandûmê de bidin.”

Herwiha Nêçîrvan Barzanî got: “Di çend rojên bê de ligel Yektiya Niştimanî ya Kurdistanê de dicivin.”

Piştre endamê Polîtburoya PDKê Dr. Roj Nûrî Şaweys ji K24ê re ragihand, “Civîna girîng û serkeftî bû, behsa referandûm û mîkanîzman hate kirin. Herwiha dilniya ne ku karê baş bo wê were kirin û xelk dengê “Belê” di referandûmê de bide.”

Derbarê civîna di navbera PDK û YNKê de got: “Em amade ne bo civînê, lê diyar e biraderên YNKê mijûl in.”

Herwiha endamê Polîtburoya PDKê Huşyar Zêbarî derbarê nêrîna û helwesta welatan li ser referandûmê got: “Ti welatekî cîran li dijî referandûma Herêma Kurdistanê ranewestiye, em jî helwesta welatan derbarê referandûmê dinirxînin.”