Mattis û Akar liser krîzan axifîn
K24 – Navenda Nûçeyan
Wezîrên Berevanî yên Tirkiyê û Amerîka bi pêwendiyeke telefonê derbarê rewşa Sûriyê de axivîn.
Wezîrê Berevanî yê Tirkiyê Hulusî Akar û Wezîrê Berevanî yê Amerîkayê James Mattis, bi pêwendiyeke telefonê axivîn.
Hat ragehandin, her du wezîr, di hevdîtinê de, liser pêwendiyên du alî, çareseriya krîza Sûriyê û têkoşîna dijî terorê rawestiyan e.
Her weha hatibû ragihandin, bo çareseriya krîza navbera Tirkiyê û Sûriyê, şandeke Tirkiyê serdana Amerîka dike.
C.B