“Serkeftina Herêma Kurdistanê, serkeftina hemû miletê Kurd e”

Rêveberên Partiya Azadiya Kurdistanê û PDK-Bakur, bang li hemû xelkê Kurdistanê dikin ku bi riheke neteweyî biçe ser sindoqan û dengên xwe bi kar bîne.
kurdistan24.net

 

K24 – Diyarbekir

Ji bo hilbijartinên Parlementoya Kurdistanê yên ku di 30'ê Îlonê de tên kirin, ji Diyarbekirê jî peyamên piştgiriya hilbijartin û encamên serkeftî tên ragihandin. Rêveberên Partiya Azadiya Kurdistanê û PDK-Bakur, bang li hemû xelkê Kurdistanê dikin ku bi riheke neteweyî biçe ser sindoqan û dengên xwe bi kar bîne. Di peyamên siyasetmedarên Kurdistanî de bang li hemû partiyên siyasî yên li Kurdistanê jî hat kirin ku rêz li encama hilbijartinan were girtin da ku vîna gel bi awayekî xurt di parlementoyê de were temsîlkirin.

Destpêkirina bangeşiyên hilbijartinan ên li Kurdistanê, ji aliyê Partiyên Kurdistanî yên bakur, wekî derfete mezin a piştî Referandûma Serxwebûna Kurdistanê tê dîtin ku bi vîna gel parlementoyeke xurt were avakirin. Serokê Giştî yê PDK-Bakûr Sertaç Bûcak, di hilbijartinan de ji bo hemû berbijêran serkeftinê xwest û da zanîn ku moralê xelkê Kurdistanê dê bi vê hilbijartinê bigihîje asta herî jor û xurtbûna siyaseta li Kurdistanê dê bandora xwe li hemû Kurdên cîhanê bike.

Serokê Giştî yê PDK-Bakur Sertaç Bûcak ji K24ê re wiha axivî: "Ji bo pêşeroja Kurdistanê, ji bo Serxwebûna Kurdistanê, ji bo pêşketina Kurdistanê ya bi awayekî civakî, aborî, çandî û siyasî, gelek pêwîst e. Lê em hêvîdar in ku hemû kes, hemû aliyên siyasî yên li Kurdistanê li Parlementoya Kurdistanê bên temsîlkirin."

Girîngiya hilbijartinên Parlementoya Kurdistanê, li bakur jî ji bo diyarkirina çarenivîsa Gelê Kurd wekî derfeteke mezin tê dîtin. Siyasetmedarên Kurdistanî yên li bakur jî amaje bi wê yekê dikin ku parlementoyeke xurt, temîniya pêşerojeke xurt a li ser siyaseta Kurdan e. Endamê Rêveberiya Navendî ya PAK'ê Hanîfî Tûran jî hêviya serkeftinê ji bo hilbijartinên parlementoya Kurdistanê dike û dibêje; divê hemû partiyên siyasî li hember Hikûmeta Bexdayê helwesteke yekgirtî bigirin û mafê dewletbûyîna Kurdistana Başûr biparêzin.

Hanîfî Tûran ji K24ê re got: "Ger ku parlementoyeke yekgirtî li Kurdistanê were avakirin, dewleteke yekgirtî bê avakirin, pê ve girêdayî jî divê artêşeke ji sedî sed yekgirtî bê avakirin. Ne artêşa filan partiyê, bêvan partiyê; divê Artêşa Kurdistanê bê avakirin, pergaleke perwerdehiyê ya millî were avakirin û dîsa divê pergaleke darayî ya millî bê avakirin."

Li gorî siyasetmedarên Kurdistanî yên li bakûr; ev parlemento ji bo derbasbûna yasayan roleke mezin digire ser xwe û ev yek jî dê bibe sedem ku ji bo çareserkirina pirsgirêkên Gelê Kurdistanê rê vebibe. Ji bo vê jî hêvî ji hilbijêran tê kirin ku bi hestên neteweyî ber bi sindoqan ve biçin û xwedî li daxwaz û mafên xwe derkevin.