Goranê nikarî xwe yekalî bikira

Piştî du civînan, Civata Niştimanî ya Tevgera Goranê nikarî biryara beşdariya di aktîvkirina parlemantoya Kurdistanê de bide.

K24 – Navenda Nûçeyan

Piştî du civînan, Civata Niştimanî ya Tevgera Goranê nikarî biryara beşdariya di aktîvkirina parlemantoya Kurdistanê de bide.

Peyamnêrê K24ê li Silêmaniyê ragihand, civîna Civata Niştimanî ya Tevgera Goranê bi dawî hat û li gor zanyariyan, îro Goranê nikarî biryara xwe yekalî bikira ji bo aktîvkirina parlemantoyê.

Got jî, Tevgera Goranê ti daxuyaniyek belav nake û dawî helwesta xwe ranagihîne, biryar e jî sibe careke din bicive.

Piştî ku 12 vê mehê, şanda hevbeş a Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) bi armanca beşdarîkirina di aktîvkirina parlemantoyê de ligel Tevgera Goranê civiya. Piştî çend civînan jî, Goranê nikarî biryara dawî ji bo vê yekê bida.