Cemîl Bayik bersiva Erdogan dide

Hevserokê KCKê Cemîl Bayik bersiva gefên Tirkiyê yên li dijî Efrîn û Qendîlê dide û radigihîne, ti kesî destê Tirkiyê negirtiye. Heger Tirkiye operasyonê bike, dê ev operasyon ji bo Tirkiyê bibe bîra bêbinî.

K24 – Navenda Nûçeyan

Hevserokê Koma Civakên Kurdistanê (KCK) Cemîl Bayik bersiva gefên Tirkiyê yên li dijî Efrîn û Qendîlê dide û radigihîne, ti kesî destê Tirkiyê negirtiye. Heger Tirkiye operasyonê bike, dê ev operasyon ji bo Tirkiyê bibe bîra bêbinî.

Hevserokê KCKê Cemîl Bayik ji televîzyona “Ronahî” re axivî û bal kişand li ser gefên Tirkiyê yên li dijî Efrîn û Qendîlê û got: “Bila Tirkiye were. Ti kesî destê wan negirtiye. Heger Tirkiye were Qendîl û Efrînê, dê ev operasyon ji bo Tirkiyê bibe bîra bêbinî. Operasyona dervayî sînor a Tirkiyê dê xizmeta kurdan bike.”

Hevserokê KCKyê got, Tirkiye dixwaze bi vê operasyonê vîna Kurdan bişkîne, lê ew biser nakevin.

Duh, Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayîp Erdogan got, ewê li dijî Qendîl û Efrînê operasyonê bikin.