“Grûpên êrîşî Efrînê kirine dê êrîşî rojhilatê Firatê jî bikin”

Grûpên çekdar ên opozîsyona Sûriyê yên di êrîşa li ser Efrînê de beşdar bûn, dê di operasyona Tirkiyê ya li dijî rojhilatê Firatê de jî beşdar bin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Grûpên çekdar ên opozîsyona Sûriyê yên di êrîşa li ser Efrînê de beşdar bûn, dê di operasyona Tirkiyê ya li dijî rojhilatê Firatê de jî beşdar bin.

Medyaya opozîsyona Sûriyê li ser zarê Peyvdarê Artêşa Niştimanî ya opozîsyona Sûriyê Yûsif Hemûd veguhastiye, tevahiya grûpên di operasyona Efrînê de bşdar bûne, dê di operasyona rojhilatê Firatê de jî beşdar bin.

Yûsif Hemûd da zanîn, operasyona çaverêkirî dê bijahî be û bi piştevaniya hêzên bijahî yên Tirkiyê be û dê ji bajarê Minbicê destpê bike û ji Girê Spî û ta Serê Kaniyê lixwe bigire.

Duhî Serokomarê Tirkiyê Recep Teyip Erdogan gefa destpêkirina operasyoneke leşkerî li rojhilatê Firatê xwar û got: “Amedakiriyên me gihiştine asta dawî. Di nav çend rojan de, em dest bi Operasyona rojhilatê Firatê dikin.”

Li ser vê yekê jî, Encûmena Cibicîkar a Rêveberiya Xweser di daxuyaniya xwe de “Serferberiya Giştî ragihand û bang li hemû Sûriyan kir bi yek destî li hember siyasetên Tirkiyê yên dagîrkeriyê rawest in.

 

S. B