Ebas: Ti rola Amerîka di proseya aştiyê de qebûl nakin

Serokê Filestînê Mehmûd Ebas ragihand, êdî ti rola Amerîka di proseya aştiyê de qebûl nakin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokê Filestînê Mehmûd Ebas ragihand, êdî ti rola Amerîka di proseya aştiyê de qebûl nakin.

Serokê Filestînê Mehmûd Ebas îro li Stenbolê di civîna awarta ya Lûtkeya Rêxistina Hevkariya Îslamî de got. “Biryara Serokê Amerîka Donald Trump derbarê Qudisê de xelatek ji Îsraîlê re ye.”

Serokê Filestînê red kir ku ti roleke Amerîkî di operasyona aştiyê de hebe û got: “Amerîka ne bêalî ye û piştevaniya Îsraîlê dike.

Herwiha Mehmûd Ebas got, ragihandina Qudis wek paytexta Îsraîlê, binpêkirina yasayên navdewletî û rêkeftinan e.

Tekezî li ser wê jî kir, ti carî dewleta Filestînê ranagihînin, heger Qudisa Rojhilat ne paytexta wê be.

Herwiha  Serokê Filestînê amaje bi wê kir, heger Amerîka ji biryara xwe venekişe, ew pabendî ti têgihêştinên ber jî nabin.