Nêçîrvan Barzanî û Heyder Ebadî çend pirsên cuda guftûgo kirin
K24 – Navenda Nûçeyan
Îro Çarşemê 17.10.2018an Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî li Bexdayê çend pirsên cuda gotûbêj kirin.
Nivîsgeha Ebadî belav kir, Nêçîrvan Barzanî û Heyder Ebadî mêkanîzma hevahengiya di navbera Hewlêr û Bexda de behs kirin û her du aliyan tekezî li ser bidûvçûna şanên nivistî yên DAIŞê kirin.
Di daxuyaniyê de hat, Hewlêr û Bexda hevnerîn in ku di çarçova destûr amrazek e ji bo çareserkirina hemû pirsgirêkan de, guftûgo berdewam bin.
S. B