Welatiyên Qamişlo ji guhartina navên tax û kolanan dilgiran in

Navê taxa Qenat Siwês e bû taxa Cûdî û ev yek bû cihê nerazîbûnê li cem hin nişteciyên taxê û bi taybetî kesên ku ev tax ava kirine.
kurdistan24.net

 

K24 – Qamişlo

Li Rojavayê Kurdistanê kampîna vegerandina navên resen yên gund, bajar û kolanên deverê birêve diçe. Yek ji wan taxên ku navê wê hate guherandin, taxa Qenat Siwês e û navê bû taxa Cûdî û ev yek bû cihê nerazîbûnê li cem hin nişteciyên taxê û bi taybetî kesên ku ev tax ava kirine.

Taxa Qenat Siwês li bajarê Qamişlo di kampîna vegerandina navên resen yên deverên Rojavayê Kurdistanê hate guhertin û navê Cûdî lê hate kirin. Guherîna vî navî li gorî desteya têkildar di Rêveberiya Xweser de hat di çarçoveya rawestandina projeya erebkirina deverê de. Herweha binavkirina taxê bi navê Cûdî, bi erêkirina nişteciyên taxê bi xwe hatiye kirin.

Hevserokê Saziya Rojava ya Reklam û Danazanê Mihemed Şerif Mihemed ji K24ê re got: “Em ne proseya Kurdkirina taxan dikin. Navên taxên Ereb û Aşûriyan wek xwe dimînin, lê taxên Kurdan ên hatine erebkirin, em navên Kurdî lê dikin. Taxa Qenat Siwês taxa Kurdan e û ji mafê me ye em navekî Kurdî lê bikin. Herwiha ev nav li ser daxwaza xelkê taxê , komîn û malbatên şehîdan hate kirin.”

Ji aliyê xwe ve hin malbatên Dalîniyan ku taxa Qenat Siwês ji beriya zêdeyî 60 salî ve ava kirine nerazîbûna xwe diyar dikin û dibêjin ku Qenat Siwês navê resen e û yek ji damezrênerê taxê ku bi navê Ehmedê Mehmûdkê tê nas kirin, di sala 1956an de beşdariya kongirekî komonîstan li Misrê kiribû û piştî vegera wî û wekî piştgiriyekê bi xelkên Misrê re li dijî neyartiya sêalî ya sala1956an, navê Qenat Siwês li vê taxê kir.

Taxa Qenat Siwês di sala 1954an de ji alî sê malbatên dalîniyan ve hatiye avakirinû di destpêkê de li rojavayî aşxaneya giştî bingeha avakirina taxê bû.

Piştî 64 salan niha hejmara malbatên ku li her du aliyên aşî cih digrin dighêje zêdeyî 6 hezar malî û hejmara nişteciyên wê jî gihiştiye nêzî 20 hezar kesî.