Grûpên çekdar 3 mêr û jineke Efrînî direvînin

Grûpên çekdar ên li Efrînê bi girtin û revandina welatiyên Kurd berdewam in û di du rojên bûrî de 4 welatî revandin, di nava wan de jinek jî heye.

K24 – Nvaenda Nûçeyan

Grûpên çekdar ên li Efrînê bi girtin û revandina welatiyên Kurd berdewam in û di du rojên bûrî de 4 welatî revandin, di nava wan de jinek jî heye.

Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê belav kir, duhî li gundê Basûtê grûpeke çekdar ku nehat naskirin ser bi çi grûpê ne welatiyê Kurd ê bi navê Doran Omer Ebroş yê 32 salî revandin û ber bi cihekî ne diyar ve birin.

Herwiha wê rêxistinê da zanî, roja 16ê vê mehê jî grûpeke ser bi Lîwaya Fetih li gundê Tirmîşo du welatiyên bi navê Mihemed Ehmed Mistefa yê 69 salî û Şeban Elî Hesen yê 30 salî revandin.

Ji aliyekî din ve, Navenda Medyayî ya Efrînê belav kir, Polîsa Leşkerî duhî bi ser avahiya Kompanyaya Avê ya Efrînê de girt û karmenda wê kampanyayê Leyla Qeblan girt û xiste zîndana Racoyê.

Wê navendê amaje bi wê yekê jî kir, berî 2 mehan jî Leyla Qeblan hatibû revandin û piştî malbata wê pere dan, ew hate berdan.

Artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ên ser bi wê ve ji 18ê Adara 2018an ve Efrînê dagîr kirine, çalakanên Efrînê jî dibêjin, bi armanca standina pereyan û koçkirina xelkê Efrînê grûpên çekdar welatiyên Kurd direvînin û eşkence didin.

 

S. B