Macron: Putin serokekî bihêz e û nabe em li pêşya wî lawaz bin

Serokê Frensa: Serederiya Putin li gel kemîneyan û rikaberên wî gellekî tund e û ew yek li gel helwestên min hevnagire.

K24 - Navenda Nûçeyan

Serokê Frensa Emmanuel Macron, di hevdîtinekê de li gel kenala Fox News ya Amerîkî got: "Xelk bi siyaseta Putin serfiraz in, ji ber ku bizavan dike Rûsya bihêz bike û ew serokekî bihêz e, lê nabe em li beramber wî lawaz bin".

Serokê Frensa diyar kir, ku serederiya Putin li gel kemîneyan û rikaberên wî gellekî tund e û got: "Ew yek li gel helwestên min hevnagire".

Macron behsa encamdana gotûbêjên baş li gel hevpostê xwe yê Rûsî kir, dema ku destpêka îsal serdana Parîsê kir, ew jî tevî wê yekê ye, ku nakokiyên mezin li ser gellek pirsan di navbera herdu aliyan de hene.

Macron dibêje: "Putin bihêz e û hêza xwe pêşan dide, nabe em beramber wî nerm bin, ew dixwaze destwerdanê di dîmokratiya me de bike. Ji ber wê yekê, nabe dema ku em serederiyê li gel wî bikin, em lawaz bin û ew jî mifayê ji wê lawaziyê bike".

N.O