Îraq Hîn metirsî heye DAIŞ çekê kîmawî bikar bîne

Hîn metirsî heye DAIŞ çekê kîmawî bikar bîne

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezareta Derve ya Iraqê derbarê egera bikaranîna çekê kîmawî ji aliyê DAIŞê ve di operesyona kontrolkirina Mûsilê de, hişyariyê dide û şarazeyên wê pirsê jî dibêjin, karînên çekarên DAIŞê hene û keresteyên pêwîst li ber destê wan hene, ku çekê kîmawî çê bikin.

Di daxuyaniyekê de Wezareta Derve ya Iraqê de hatiye, ku Birîkarê Wezareta Derve Omer Berzancî li Holandayê di kongreya qedexekirina çekê kîmawî de gotarek pêşkêş kir û amaje bi metirsiyên bikaranîna çekê kîmawî ji aliyê DAIŞê kir. Berzencî hişyarî da, ku metirsî heye di operesyona Mûsilê de DAIŞ wî çekî bikar bîne.

Herwiha Berzencî ragihand, bombebarankirina bajarê Helebce bi çekê kîmawî hîn di bîra Iraqiyan de ye, ku di sala 1988an de Helebce bi wî çekî qedexe hate bombebarankirin, ji ber wê jî 15 hezar kes şehîd û birîndar bûn.

Berzencî di kongreyê de li ser dawî rewşa meydanî ya şerê Mûsilê rawestî û amaje bi bi serkeftinan kir, ku hêzên Iraqî li parêzgeha Neynewayê bi giştî û li nava bajarê Mûsilê bi taybetî bidest anîne.


Berî daxuyaniya Birîkarê Wezareta Derve ya Iraqê Omer Berzencî, rojnameya “New York Times” ya Amerîkî jî di raportekê de amaje kiribû, ji sala 2014an ve DAIŞê 52 caran çekê kîmawî li Iraq û Sûriyê bikar aniye, ji wan jî gaza Xerdel, Klor û Kibrît.

Ji aliyê xwe ve, Berdevkê leşkerî yê Hevpeymaniya Navdewletî li Iraqê General John Dorian ragihand, hest bi nîgeraniyê dikin, lê karînên DAIŞê bo bikaranîna çekê kîmawî destpêkî ne, hêzên Iraqî û Amerîkî jî bo çawaniya danûsyandin bi wê re amade kirine.

Serokê Dezgeha Çavdêriya Milmileyan Klump Struck Anna gotiye, di dema ku DAIŞê li Mûsilê têk diçe, metirsiya bikaranîna çekê kîmawî zêdetir dibe, ji bo ku rêgiriyê li pêşveçûnên hêzên Iraqê bikin.

Herwiha Anna diyar kir, Mûsil navenda berhemdana çekê kîmawî ya DAIŞê ye, lê bi destpêkirina operesyona wî bajarî, DAIŞê şaraze û keresteyên çêkirina çekê kîmawî di van hefteyên dawî de ligel karwanekê ji malbatên serkirdeyên DAIŞê veguhastine Sûriyê.

Ew raport amaje bi wê yekê jî kir, dibe ku çekdarên DAIŞê dest danîbin ser komgehên çekê kîmawî yên rêjîma Sûriyê. Herwiha ji paşmayên rêjîma Sedam Hisên sûde dîtibin, ku ji dema şerê Iraq û Îranê de mabin.

Lê berpirsên Amerîkî tiştekî din dibêjin, ku ew cureyên çekê kîmawî yên ku DAIŞ bikar aniye, ne ji wan cureyên ku di komkegên rêjîma Iraq û Sûriyê de hebûne, ne.