“Li gor encaman xuya nake pêvajoyeke nû ji bo çareseriya pirsa Kurd dest pê bike”

Di hilbijartinên Serokomarî û Parlementeriyê yên Tirkiyeyê de Recep Tayîp Erdogan wekî Serokomar û Tifaqa Komarî ya Ak Partî û MHP’ê jî di parlementoyê de bi ser ketin. Li ser vê yekê çavdêrên siyasî yên Bakûrê Kurdistanê amaje dikin ku di tabloya encama hilbijartinan de xuya nake ku pêvajoyeke nû ji bo çareseriya Pirsgirêka Kurd dest pê bike.

K24 – Diyarbekir

Di hilbijartinên Serokomarî û Parlementeriyê yên Tirkiyeyê de Recep Tayîp Erdogan wekî Serokomar û Tifaqa Komarî ya Ak Partî û MHP’ê jî di parlementoyê de bi ser ketin. Li ser vê yekê çavdêrên siyasî yên Bakûrê Kurdistanê amaje dikin ku di tabloya encama hilbijartinan de xuya nake ku pêvajoyeke nû ji bo çareseriya Pirsgirêka Kurd dest pê bike.

Li gorî encamên ku ji aliyê Lijneya Bilind a Hilbijartinê ya Tirkiyeyê hatine ragihandin Recep Tayîp Erdogan careke din bû Serokomarê Tirkiyeyê û Tifaqa Ak Partî û MHP’ê jî bi ser ket. Li gorî vê encamê jî nîqaş tên kirin ku gelo desthilatdariyek ku ligel MHP’ê tifaq pêk aniye, dê pêvajoyeke nû ji bo çareseriya Pirsgirêka Kurd bide destpêkirin an na?  Çavdêrên siyasî amaje dikin ku piraniya Tirkiyeyê polîtîkayên Ak Partiyê ku ligel MHP’ê dimeşe, erê kiriye û ji ber vê yekê jî dê bi giranî di warê polîtîkayên ewlekariyê de gav werin avêtin. Çavdêrê Siyasî Nevzat Bîngol tîne zimên ku di demeke nêz de gaveke nû ji bo Kurdan xuya nake.

Çavdêrê Siyasî Nevzat Bîngol ji K24ê re got: “Ez bawer im ku tifaqa Ak Partî û MHPê dê di çareseriya pirsgirêkan de li ser rêbazên leşkerî berdewam bin. Ji bo pêşerojê ez nabînim ku pêvajoyeke nu ya çareseriyê dest pê bike. Dibe ku li herêma me bi nunerên saziyan re hevdîtin bên kirin, lê gavên şênber nayên avêtin. Lê ev nayê wê wateyê ku ji gavên ku heta niha hatine avêtin paşve gav avêtinek çêbe.”

Encameke din jî ku ji hilbijartinên 24’ê Hezîranê derdikeve holê ew e ku li gorî encamên hilbijartinên 1’ê Mijdara 2015’an de dengên Partiya Demokratîk a Gelan HDP’ê li 12 bajarên Bakûrê Kurdistanê daketî ye û li 9 bajarên Bakûrê Kurdistanê jî Ak Partî dengên xwe zêde kiriye. Serokê Giştî yê Komeleya Şoreşger û Demokratên Kurd (DDKD) Mehmet Veysî Askar vê yekê bi guvaş û polîtîkayên ewlekariyê, pêknehatina Tifaqa Kurdistanî û berjewendiyên aboriyê ve gire dide.

Serokê Giştî yê DDKD’ê Mehmet Veysî Askar ji K24ê re got: “Beriya hilbijartinan di nava gel de hêviyek hebû ku tifaqeke Kurdistanî pêk were. Lê piştî ku tifaq pêk nehat hêviyên gel jî şikestin. Ez bawer im ev jî jî bibandor bû ku dengên HDPê bikevin.”

Çavdêrên Siyasî di wê baweriyê de ne ku heta Hilbijartinên şaredariyan ên 30’ê Adara 2019’an, dê polîtîkayên Ak Partî û MHP’ê bi giranî li ser ewlekarî û aboriyê bin û heta wê demê gavên siyasî û çandî di warê çareseriya Pirsgirêka Kurd de nayên avêtin.