Sertaç Bucak: Kurd aktorek sereke di siyasetê de ye
K24 – Navenda Nûçeyan
Serokê Giştî yê Platforma Demokratên Kurdistanê PDK Sertaç Bucak beşdarî geşta nûçeyan a K24 bû û ragihand, ku di van Hilbijartinên Herêmî yên Tirkiye de, mirov dibîne ku Kurd bû ye aktorek bingehîn ê siyasî ne tenê li bakurê Kurdistanê, herweha li rojavayê Tirkiye jî.
Bucak destnîşankir, ku: “Li bajarên mezin ên Tirkiye – li Stenbol, Enqere, Mersîn, Antalya, Edene CHP bi piştgiriya Kurdan karî şaredariyan bidest bixe. Li bakurê Kurdistanê jî, biser hemû astengiyan û êrîşên dijî demokrasiyê Kurd dîsa biser ketin û piraniya Qeyyûman şkandin. Kurd dê dîsa bikaribin bajarên xwe birêve bibin”.
Liser serkeftina li hin deverên bakurê Kurdistanê yên Ak Partî, Bucak anî ziman, ku bi dengên leşker û polîsan di proseya hilbijartinan de wekî li Şirnexê serkeftina AK Partî çêbû. Li Agirî û Bedlîsê divê şopandinek û nirxandinek bê kirin û HDP û Partiyê Kurdistanî liser vê yekê rawestin.
Liser hilbijartina kandîdê Pîran ê şaredariyê Felat Aygoren, Bucak spasiyên xwe gihandin Kurd û Kurdistaniyên, dengên xwe bi erênî bikar anîn...
C.B