Wezîrê Bergiriya Israîlê: Wê rêjîma Îranê bê herifandin

Avigdor Liberman: Di encamê de wê rêjîma Îranê biherife wekî çawa gellek rêjîmên Şû`î yên ser bi Yekîtiya Sovyetê ve herifîn, lê dibe ku hinekî dema ketina rêjîma Îranê dirêj be.

K24 - Navenda Nûçeyan.

Wezîrê Bergiriya Israîlê Avigdor Liberman ragihand, ku sizayên dahatî yên Amerîka li ser Îranê, rê li ber rêjîma wî welatî nagire heya ku çekên etomî berhem bîne, lê wê ew sizana fişarê li rêjîma Îranê bike bi awayekî ku nema karibe piştevaniya terorê bike û got: Di encamê de wê rêjîma Îranê biherife wekî çawa gellek rêjîmên Şû`î yên ser bi Yekîtiya Sovyetê ve herifîn, lê dibe ku hinekî dema ketina rêjîma Îranê dirêj be.

Di gotarekê de li Peymangeha Orşelîmê (Qudis) ji bo Lêkolînên Stiratîjî, Avigdor Liberman diyar kir, ku qunaxa yekem a sizayên Amerîkî, gellek bandor li rêjîma Îranê kir û hişt ku abûriya wê lawaz bibe û veberhênana biyanî jî li wî welatî kêm kir.

Liberman zelal kir, ku qunaxa diwem a sizayên Amerîkî wê bandoreke mezintir li Îranê bike, ji ber ku wê Taran nema karibe piştevaniya terorê bike û ev yek wê bandoreke nerênî li Hizbullaha Lubnanî û Hemas û birîkarên Îranê li Yemen û Iraqê jî bike.

N.O