Girûpa El-Şerqiye kuştina du welatiyên Efrînê ragihand

Duh çekdarên girûpa El-Şerqiye ragihandin, ku wan ew herdu xort kuştine, dema ku Artêşa Tirkiyê û girûpên çekdar derbasî Efrînê bûn.

K24 - Navenda Nûçeyan

Piştî 4 mehan ji nebedîbûna her yek ji Welîd Cemîl Soranî û Hisên Mihemed Saxir li gundewarê Efrînê, duh çekdarên girûpa El-Şerqiye ragihandin, ku wan ew herdu xort kuştine, dema ku Artêşa Tirkiyê û girûpên çekdar derbasî Efrînê bûn.

Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê derbarê vê bûyerê li ser rûpela xwe ya facebookê nivîsiye: Berî niha herdu xort ji ber eskeriya bizorê ya ku PYDê li ser xortên Kurdan dimeşîne, reviya bûn, lê ji ber ku rewşa abûrî ya malbatên wan gellekî xirab bû, herdu xort ji bo demeke kin tevlî asayişan bibûn û beşdarî di şerê Efrînê de kiribûn.

Ev çendîn car in, xelkê Efrînê rastî kiryarên: Kuştin, revandin, talankirin û diziyê ji aliyê endamên girûpên çekdar ve tên û vê yekê dilgiraniyeke mezin li cem tevahiya xelkê Rojavayê Kurdistanê çêkiriye û gellek caran rîsipiyên Efrînê, li cem Artêşa Tirkiyê bizav kirine, ku sînorek ji çekdarên wan girûpan re bê danîn.  

N.O