Giştî Qamişlo.. Diyardeya diziyê zêde dibe

 

K24 – Qamişlo
Diyardeya diziyê li Rojavayê Kurdistanê roj bi roj zêde dibe, bi taybet li bajarê Qamişlo. Kêsên diziyê ne tenê di malan de çê dibin, lê belê firoşgeh jî baceya vê diyardeyê didin çi ji aliyê diravî be, yan jî ji aliyê kel û pelê wê firoşgehê be.
Kêsên diziyê bêhtirî xwe di deverên di bin kontrola hêzên asayîşê de çê dibin, tevî wê jî ev diyarde ber bi zêdebûnê ve diçe. Berpirsên Desteya Navxweyî didin zanîn ku, hêzên ewlehiyê bi hemû beşên xwe vê pirsgirêkê dişopînin û ta niha hejmarek ji dizan girtine. Herwiha tekez dikin ku, ew hemû rênmayînên ewlehiyê bidest dixin û di demên nêzîk de dê sînorek ji van kesan re bê dayîn.