Dadgeheke Tirkiyê sizadana Perlemanterke HDPê betal kir

Berî niha, Dadgeha Sizayên Giran a Mêrdînê, bi tometa endamtiya PKKê, 7 sal û 6 meh sizaya zindanîkirinê li Gulser Yildirim birrî bû.

K24 - Navenda Nûçeyan.

Dadgeha Herêmî ya Dîlokê, sizaya zindanîkirinê ya 7 sal û 6 mehan, ku li Perlemantera berê ya HDP Gulser Yildirim hatibû birrîn, betal kir.

Berî niha, Dadgeha Sizayên Giran a Mêrdînê, bi tometa endamtiya PKKê, 7 sal û 6 meh sizaya zindanîkirinê li Gulser Yildirim birrî bû.

Parêzerên Yildirim, serdana Dadgeha Herêmî ya Dîlokê kirin û daxwaza betalkirina biryarê kirin. Ji aliyê xwe ve, Dadgeha Dîlokê îro biryara xwe eşkere kir ku, bi heman navî dozeke din a Gulser Yildirim berdewam dike û bi yekdengî biryara Dadgaha Mêrdînê hat betalkirin.

N.O