Tirkiye: Em ti carî Efrînê radestî Hikûmeta Sûryê nakin

Recep Akdag: Em ti carî Efrînê radestî rêveberiya Esed nakin. Armanca me a tekane, li dijî rêxistinên terorîst yên wekî YPGê û parastina ewlekariya Tirkiyê ye.

K24 - Navenda Nûçeyan

Cîgirê Serokwezîrê Tirkiyê Recep Akdag ji rojnemaya Almanî Die Welt re axifî û li ser pirsekê derbarê operasyona Efrînê got: Em ti carî Efrînê radestî rêveberiya Esed nakin. Armanca me a tekane, li dijî rêxistinên terorîst yên wekî YPGê û parastina ewlekariya Tirkiyê ye.

Arteşa Tirkiyeyê li dijî Efrînê di 20ê Çileya derbasbûyî de, li gel hin ketîbeyên opozisyona Sûryê, dest bi operasyona Şaxê Zeytûnê li Efrînê kir û 18ê Adarê de Efrînê û gundewarên wê dagîr kir.

Piştî wê yekê, serokê Tirkiyê Recep Teyip Erdogan, çendîn caran ragihand, ku niha ew amadekariyan dikin, daku heman operasyonê li Minbic û hindeverên din yên Rojavayê Kurdistanê destpê bikin.

Di dawîn daxuyaniya xwe de jî li ser vê pirsê, Serokê Tirkiyê gotibû: Armanca me ji wan operasyonan tenê YPGê ye û ti pirsgirêka me bi birayên min yên Kurd li Sûryê tine ye.  

N.O