Serok Barzanî: PDK soza ku bicih nebe, nade

Serok Barzanî ragihand, PDK soza ku bicih nebe, nade. PDK xwedî armanceke stratejîk in û li gor siyaseta rojê helwesta xwe naguhêre û ji wan armancên stratejîk bi paş ve venakişin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serok Barzanî ragihand, PDK soza ku bicih nebe, nade. PDK xwedî armanceke stratejîk in û li gor siyaseta rojê helwesta xwe naguhêre û ji wan armancên stratejîk bi paş ve venakişe.

Li gor malpera Serok Barzanî, Serok Barzanî di hevdîtinekê ligel kesayetî, rîsipî û nûnerên pêkhate û çînên bajarê Hewlêrê de spasiya xweragirî û rawişta bilind a xelkê Hewlêrê kir û ragihand, “Tevî hemû êş û azaran, we çespandiye ku niştimanperwer û xwedî rawişta bilind in, we nehîşt ewlehiya bajarê we têk biçe, bi wê jî we xizmeteke mezin bo aramî û ewlehiya Kurdistanê kir.”

Serok Barzanî amaje bi rewşa siyasî ya Herêma Kurdistanê, Iraq û navçê kir û behsa sedemên biryardana birêveçûna referandûmê, qonaxa piştî referandûm û xiyanetiya 16ê Cotmehê kir û ragihand, piştî ku desthilatên Iraqê her hewlek dan ku xelkê Iraqê li dijî Kurdistanê sor bike û cudahî û pirsgirêkan ligel desthilata Herêma Kurdistanê bike pirsgirêkên di navbera Kurd û Ereb de, lê encamên hilbijartinên meha Gulana bûrî derxist ku baweriya xelkê Iraqê bi wê yekê nayê.

Li ser rewşa siyasî ya Kurdistanê û Iraqê û hilbijartinên meha Gulana bûrî ya parlemantoya Iraqê ragihand, heger çi nehezên Partiya Demokrata Kurdistanê ji ber sedema piştevaniya temam bo referandûmê kete jêr fişarên siyasî û abûrî, lê derket ku bi hîmeta kadro, endam, alîgir û camewerê PDKê, PDKê karî dengê yekem li ser astê Kurdistanê û Iraqê misoger bike û bibe partiya yekem li ser astê Iraqê.

Serok Barzanî amaje bi pêwendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Bexdayê kir û ragihand, baweriya me wiha bû ku ta ligel Iraqê bin, pêwîst e baştirîn pêwendiyên me hebin û her dem aştî û guftûgo bijardeya me bû. Em şer naxwazin û li dijî şer in, lê heger em neçar bibin PDK xwe bo parastina xak û rûmeta gelê Kurdistanê gorî dike.

Di derbarê danustandinên niha ya di navbera aliyan ya ji bo pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê, Serok Barzanî balkişand li ser wê yekê ku danustandineke çir û heta radeyek têgihiştinek heye bo wê yekê ku pêwîste encûmenekî bilinda siyaseta stratejî ku aliyên Kurdistanî jî têda beşdar bê, dabimezrê, ew jî ji bo rêgirtina li serhildana takrewî li hukimranî û pêwîste biryarên stratejî li wê encûmenê ve derbikevin. Ronahî jî kir ku ew encûmen divê mîsogeriyek ji bo parastina mafê pêkhatên Iraqê û rêgirtina li biryara takrewane. Her wiha balkişand li ser wê yekê ku em pêdagiriyê dikîn ku nabê hukma takrewî hebê û pêwîste hikûmet li ser sê prensîpên serekî dabimezrê: Şeraketa rasteqîne li biryaran, ku bi hebûna encûmena bilinda siyaseta stratejî tê mîsoger kirin, pabendbûn bi tewafiq ji derketina yasayan û ragirtina hevsengiyê li dam û dezgehên hikûmetê li navbera pêkhatan da.

Li ser hilbijartinên parlemantoya Kurdistanê Serok Barzanî ragihand, bi piştevaniya gelê me, PDK serkeftineke mezin bidest dixe û bi wê serkeftinê jî hikûmeteke bihêz pêk tîne, ku bikare çaksaziya rihayî di hemû warên jiyana siyasî, abûrî û îdarî yên Herêma Kurdistanê de bike.

Serok Barzanî tekez kir, PDK soza ku bicih nebe, nade. Em xwedî armanceke stratejîk in û li gor siyaseta rojê helwesta xwe naguhêrin û ji wan armancên stratejîk bi paş ve venakişin. Her kes û aliyek xwedî armancên stratejîk be, divê amade be bi canê xwe ji bo wê bibexşîne, ji ber wê PDK her dem ji bo parastin û bexteweriya gel de xwe gorî dike.

 

S. B