Bexda sizayeke din li ser Herêma Kurdistanê disepîne

Hikûmeta Bexdayê merceke din ji bo bazirgan û sermiyandarên Kurdistanê datîne û wan neçar dike ku moletên kar ji Bexdayê werbigirin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Hikûmeta Bexdayê merceke din ji bo bazirgan û sermiyandarên Kurdistanê datîne û wan neçar dike ku moletên kar ji Bexdayê werbigirin.

Hikûmeta Bexdayê nivîsek arasteyî Herêma Kurdistanê kiriye, ku divê hemû kargeh û bazirganên Herêma Kurdistanê moletên navên xwe li Bexdayê tomar bikin, ta karibin berhemên xwe hinardeyî bajarên din ên Iraqê bikin.

Di wê derbarê de, Rêvebirê Giştî yê Dîwana Wezareta Bazirganî û Pîşesaziyê ya Herêma Kurdistanê Ebdilrezaq Osman Nawedeyî ji K24ê re ragihand, hikûmeta Bexdayê ji bo derkirina wê biryarê, pişt bi yasayeke sala 1998an bestiye.

Şarezayên di warê abûriyê de dibêjin, ev gava nû ya Bexdayê beşek ji plana dorpêçkirina li ser Herêma Kurdistanê û kêmkirina desthilatên hikûmeta Herêma Kurdistanê ye.