Asayişê 108 girtî serbest berdan

Asayîş a li bajarê Girê Spî yê rojavayê Kurdistanê 108 girtî serbest berdan

K24 – Navenda Nûçeyan

Asayîş a li bajarê Girê Spî yê rojavayê Kurdistanê 108 girtî serbest berdan.

Li bajarê Girê Spî, liser daxwaza rîspiyên deverê û Encumena Kantonê, Asayîşê 108 girtî, ku bi tometên cuda hatibûn girtin serbest berdan.

Ligor ku hatiye belavkirin, ew girtî ji bajarên Minbic, Dêrazorê, Tepqa, Bab û Girê Spî ne.

Beriya niha jî, çendîn car Hêzên Asayişê li Girê Spî, Minbic û Reqayê bi dehan girtiyên ku, bi tometên hebûna pêwendiyan bi DAIŞê re hatibûn girtin, serbest berdabûn.

 

 

C.B