Esed biryara lêbûrîna giştî da

Li gorî ajansa Sana ya ser bi Hikûmeta Sûryê ve, îro serokê Sûryê Beşar Esed biryara lêbûrîna giştî ji bo wan kesan da, ku ji leşkeriyê reviyane.

K24 - Navenda Nûçeyan.

Serokê Sûryê Beşar Esed biryara lêbûrîna giştî, ji bo kesên ku ji leşkeriyê reviyane der xist.

Li gorî ajansa Sana ya ser bi Hikûmeta Sûryê ve, îro serokê Sûryê Beşar Esed biryara lêbûrîna giştî ji bo wan kesan da, ku ji leşkeriyê reviyane.

Li gorî hatiye belavkirin, ew biryar tevahiya wan kesên ji serbaziya bizorê reviyane li xwe digire bi mercê ku ew kesan di nava 4 mehan heya 6mehan de, xwe radest bikin.

Piştî derketina xwepêşandanan li dijî rêjîma Sûryê, bi deh hezaran serbaz û efserên Sûrî, ji artêşa wî welatî cuda bûn û gellek ji wan tevlê hêzên dijberiyê bûn û yên din jî reviyan derveyî Sûryê.

N.O