Yekîtiya Ewropa piştevaniya diyaloga rasterast di navbera Hewlêr û Bexdayê de dike

Balyozê Yekîtiya Ewropa li Bexdayê piştevaniya Yekîtiya Ewropayê ji bo destpêkirina bilez a diyaloga rasterast di navbera Hewlêr û Bexdayê de li ser binemaya destûrê derbirî û hêvî xwast bi zûtirîn dem aloziyên di navbera her du aliyan bi dawî bibin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwazî li Balyozê Yekîtiya Ewropa li Bexdayê Ramon Blecua kir û di hevdîtinê de dawî rewşa navçê û pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê, herwiha pêşhatên leşkerî û siyasî yên di navbera Hewlêr û Bexdayê de hatin guftûgokirin.

Di hevdîtinê de, Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê got: “Pêwîst e pirsgirêk bi awayekî bingehîn bêne çareserkirin ji bo careke din di çarçova ne dadperweriyên dîrokî yên li hember gelê me digerin de negerin.  

Herwiha Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê amadehiya Herêmê ji bi çareserkirina pirsgirêkan bi awayekî aşiyane dupat kir û tekez kir ku Herêma Kurdistanê binpêkiina mafên destûrî qebûl nake û hêvî xwast civaka navdewletî roleke bi bandortir ji bo nehêştina wan astengên li hember gotûbêjên di navbera Hewlêr û Bexdayê hene, heya navçe rûbirûyî aloziyên zêdetir nebe.