Demîrtaş ji zindanê bersiva pirsên Kurdistan24ê dide

Demîrtaş: Divê HUDA-PAR jî di nav hevpeymaniya Netewî ya Kurdan de cih bigire.

K24 - Navenda Nûçeyan

Berbijarê HDPê ji bo Serokatiya Tirkiyê Selahedîn Demîrtaş, bi awayekî taybet bersiva pirsên Kurdistan24ê da û li ser lihevnekirina partiyên Kurdistanî û HDPê got: Cihê mixabiniyê ye, ku HDP û 5 partiyên Kurdistanî (PAK, PSK, PDKT, PDK û Tevgera Azadiyê) lihev nekirine. Xwezî HDP û partiyên Kurdistanî hevpeymanî kiribana. Pêwîstiya Kurdan bi hevpeymaniya netewî heye. Ji bo wê hevpeymaniyê jî, fedakariya zêdetir li ser milên HDPê ye.

Herwiha Demîrtaş li ser HUDA-PARê jî axivî û got: Divê HUDA-PAR jî di nav hevpeymaniya Netewî ya Kurdan de cih bigire. Cihê nakokiyeke mezin e, ku Kurd banga aştiyê li dijminê xwe bikin, lê di nav xwe de aştiyê nekin. Divê Kurd li ser xalên netewî hevgirtî bin û hevpeymaniyê bikin.

Berî niha her pênc partiyên Kurdistanî li Bakurê Kurdistanê (PAK, PSK, PDKT, PDK û Tevgera Azadiyê) di kongirekî rojnamevanî de ragihandin, ku wan û HDPê ji bo hevpeymaniya hilbjartinên 24ê Hizêranê lihev nekirine.

Wan Partiyên Kurdistanî diyar kirin, "piştî danûstandinên dûr û dirêj li gel HDPê û piştî ku em bihev re gihiştin xalên rêkevtinê û pirensîpên hevbeş, daxuyaniya hilbijartinan ya hevserokê berê yê HDPê Selahedîn Demîrtaş hat belav kirin û tiştek ji wan xalên rêkevtinê û pirensîpên hevbeş yên ku tifaq li ser wan hatibû kirin, di wê daxuyaniya Demîrtaş de nebû".

Biryar e di 24ê meha dahatî de, hilbijartinên pêşwext yên Perleman û Serokatiya Tirkiyê bên encamdan, ji bo wê meremê, wan partiyên Kurdistanî ji bo yekîtiya mala Kurdî û dengê Kurdan di wan hilbijartinan de, ew bizav kirin, lê ew jî bê encam man.

N.O