PDK û YNK Komîteyeke hevbeş bo referandûm û serxwebûnê ava dikin

Herdu Polîtbîroyên Partiya Demokrat Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) piştî bidawîbûna civîna herdu aliyan, daxuyaniyeke hevbeş belav kirin û ragihandin, di civînê de pêwendiyên herdu aliyan, hewla bo çareserkirina pirsgirêk û giriftên hêzên siyasî yên perçeyên din yên Kurdistanê û çawaniya çareserkirina krîza darayî hatin gotûbêjkirin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Herdu Polîtbîroyên Partiya Demokrat Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) piştî bidawîbûna civîna herdu aliyan, daxuyaniyeke hevbeş belav kirin û ragihandin, di civînê de pêwendiyên herdu aliyan, hewla bo çareserkirina pirsgirêk û giriftên hêzên siyasî yên perçeyên din yên Kurdistanê û çawaniya çareserkirina krîza darayî hatin gotûbêjkirin.

Di daxuyaniya hevbeş ya herdu Polîtbîroyên PDK û YNKê de hat, bi hestkirin bi erkê dîrokî yê herdu partiyan di vê qonaxa hestiyar de ya ku Herêma Kurdistanê û navçê tê re derbas dibe û parastina berjewendiyên bilind yên netewa Kurd û destkeftên ku piştî raperîna ku bi xwîn û xebatê hatiye bidestxistin û ji encama karê hevbeş û yekrêziya navmala Kurdî bûye.

Herwiha daxuyaniyê amaje kir, îro şanda Pîlotbîroya herdu partiyan li bajarê Hewlêra paytext civiyan û ev pirs gotûbêj kirin.

Yekem, pêwendiyên di navbera herdu aliyan, bo zêdetir gotûbêjkirin û perepêdan û guncawdina pêwendiyan li gor mercên nû, bi taybetî di warên hikumranî û pêwendiyên Kurdisatanî û pêwendiya Herêma Kurdistanê ligel hikûmeta federal û welatên cîhanî.

Duyem, Hewl bo çareserkirina pirsgirêkan û giriftên siyasî yên hêzên siyasî yên perçeyên din yên Kurdistanê û rêzgirtin li serweriya yasa û destênewerdan di karûbarê hev du.

Sêyem, çawaniya çareserkirina krîza darayî, ya ku rastî xelkê Kurdistanê bi giştî û mûçexwaran jî bi taybetî hatiye, kirin. ji ber wê jî divê herdu alî bi hikûmeta Herêma Kurdistanê re piştevan û hevkar bin.

Çarem, peydakirina rêşûnên guncaw bo çareserkirina pirsgirêkan û bi taybet jî mijara çalakirina parlamentoya Kurdistanê.

Pêncem, avakirina komîteke hevbeş ku nûnertiya hemû aliyên siyasî û pêkhateyên neteweyî jî bike, ev komîte mijarên weke pirsgirêka herêmên 140, referandûm û serxwebûna Kurdistanê yekalî bike.  

Şeşem, civînên di navbera herdu aliyan de berdewam dibin, bo di demeke nêzîk de bigihin rêkeftinekê, da ku karibin ji hemû pirsgirêkan re çareseriyên guncaw bibînin.