Tirkiyê Demîrtaşa daxwaze mafê dengdana li ser guhertina destûrê bikar bîne

Demîrtaşa daxwaze mafê dengdana li ser guhertina destûrê bikar bîne
Wêne: Arşîv

K24 – Navenda Nûçeyan

Hevserokê Partiya Demokratîka Gelan (HDP) Selahedîn Demîrtaş, ji Serokê Parlamentoya Tirkiyê xwest, divê derfet bê dayîn ku bikaribin di dengdana guhertina destûrê de dengên xwe bikarbînin.

Demîrtaş, ji Zîndana Edîrneyê daxwaznameyek bo Serokê Parlamentoyê şand û da xuyakirin, pêşniyara guhertina destûrê, derbarê ayendeya welatê de pir girîng e, lê 11 endamên parlamentoyê bi rêyên derveyî yasayê wek barimte hatine zîndankirin.

Da zanîn nameyên ku bo Parlamentoyê dişînin, ji Wezareta Dadê re tên şandin û wezaret jî dest dide ser nameyan û nahêle bigihîn parlamentoyê.

Demîrtaş got, her çiqas derveyî hiqûqê hatibîn girtin jî, erkê parlamentertiya wan berdewam dike û di warê erk û maf de tu ferqek wan ji parlamenterên din nîne û divê serokatiya Parlamentoyê derfet dirust bike ku bikaribin dengên xwe bikarbînin.

Lijneya Giştî ya Parlementoya Tirkiyeyê îro li ser pêşniyarnameya AK-Partiyê ya guhertina yasaya bingehîn îro bom bû.

Parlementoya Tirkiyeyê li ser pêşniyarnameya AK-Partiyê ku di komîsyona yasaya bingehîn de hatibû pejirandin danûstandinan bike. Ser navê partiyan parlementer bîr rayên xwe dê pêşkêş bikin û hevdîtinan pêk bînin.

Danûstandinên Komîsyona Yasaya Bingehîn 10 roj berdewam kiribû. Tê pêşbinî kirin civînên leijneya giştî jî heta 15 rojan berdewam bike. Piştre dê parlementer dengên xwe bikarbînin.

Di çarçoveya guhertina yasaya bingehîn de ji bo derbasbûna Sîstema Serokomartiyê 330 deng pêwîst e. Ger 330 parlementer yasaya bingehîn erê bikin dê Tirkiye nav 60 rojan de biçe referandrûmê.