Çalakvanê navdar ê Kanadayê: Divê Kanada piştevaniyê li serxwebûna Kurdistanê bike

Şandeke rojnamevanên Kanadayê bi armanca çavdêrîkirina li proseya referandûma serxwebûna Herêma Kurdistanê hate hHerêma Kurdistanê û wê şandê jî serdana nivîsgeha sereke ya Kurdistan24ê kir.
kurdistan24.net

K24 – Navenda Nûçeyan

Şandeke rojnamevanên Kanadayê bi armanca çavdêrîkirina li proseya referandûma serxwebûna Herêma Kurdistanê hate hHerêma Kurdistanê û wê şandê jî serdana nivîsgeha sereke ya Kurdistan24ê kir.

Serokê şanda rojnamevanên Kanadayê, rojnamevan û çalakvanê siyasî yê navdar Ezra Levant di daxuyaniyeke taybet ji K24ê re daxwaz ji hikûmeta Kanadayê kir, dan bi serxwebûna Herêma Kurdistanê bide.

Ew rojnamevanê Kanadî aşkere kir jî, armanca serdana wan ew e, ku zêdetir agahdarî pirsa Kurd û hewlên serkirdayetiya Herêma Kurdistanê bo encamdana referandûma serxwebûna Herêma Kurdistanê bin. Ezra Levant got, ew dixwazin ji nêzîk ve agahdar û çavdêriya birêveçûna referandûmê bikin.

Ezra Levant ku damezrênerê Dezgeha Medyayî ya Rebel e ji K24ê re got: “Em dixwazin zanyariyên zêdetir derbarê proseya referandûma serxwebûna Kurdistanê werbigirin. Me zanyarî li ser Kurdistanê wergirtine û me dît ku mînakeke ciwan e û xweşhal in ku rêz li azadiya olê tê girtin û hejmareke mezin ji koçberan li xwe girtiye. Divê Hikûmeta Kanadayê piştgîriyê li Herêma Kurdistanê bigire, ne tenê di warê siyasî de, lê di warê hevkariyên mirovî de jî.”

Got jî: “Ewê gelekî girîng bû, xelkê Kurdistanê dixwaze li navçeyên xwe bimîne û welatê xwe ava bibîne. Herwiha pêwîst e Kanada di warê leşkerî de jî hevkariya Kurdistanê bike, ji ber wê divê Kanada piştevaniyê li serxwebûna Kurdistanê bike, ji ber ku Kurdistan herêmeke bi hêvî ye di navçeyeke pir bi pirsgirêk û krîz de.”

Damezrênerê Dezgeha Medyayî ya Rebel Ezra Levant sersamiya xwe jî Kurdistan24ê derbirî û got: “Yek ji medyaya girîng a Kurdistan û navçê ye.”