Goran bersiva PDK û YNKê dide

Biryar e îro Şaneya Rêvebir a Tevgera Goranê bersiva civîna duh ya sê alî di navbera PDK, YNK û Goranê bide.

K24 – Navenda Nûçeyan

Biryar e îro Şaneya Rêvebir a Tevgera Goranê bersiva civîna duh ya sê alî di navbera PDK, YNK û Goranê bide.

Duh civîneke sê alî di di navbera PDK, YNKê û Tevgera Goranê derbarê guftûgokirina nexşerêya YNKê ji bo gihêştina bi rêkeftinekê li ser aktîvkirina parlementoyê û çareserkirina pirsgirêkên Herêma Kurdistanê.

Biryar e jî îro ji bo nirxandina wê xalên ku duh hatine gotûbêjkirin bicive û bersivê bide.

Berpirsê Karîger ê Polîtburoya YNKê Mela Bextiyar duh di konferaseke rojnamevanî de ragihand, heft xalên ku YNK û PDKê li ser li hev kirine, ji aliyê Goranê ve hat qebûlkirin û biryar e jî îro Goran dawî biryara xwe bide.

Ev yek di demekê de ye, biryar e 14ê Îlonê parlemanto bê aktîvkirin, PDK û YNKê jî bizavê dikin hemû aliyên beşdarî aktîvkirina parlemantoyê bibin.