Li 18 gundên Bedlîsê qedexe hate ragihandin

Ji bo destpêkirina operasyonan, Li 18 gundên Bedlîsê qedexeya derketina derve hate ragihandin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Ji bo destpêkirina operasyonan, Li 18 gundên Bedlîsê qedexeya derketina derve hate ragihandin.

Parêzgariya Belîsê qedexeya berê ya li ser 11 gundên Xêzana Bedlîsê hatibû ragihandin, rakir.

Herwiha bi daxuyaniyeke nû jî, Parêzgariya Bedlîsê li 18 gundên din yên heman navçeyê qedexeya derketina derve ragihand.

Parêzgariyê da zanîn, di demên dawî de li navçê liv û tevgera gerîlayên PKKê zêde bûne û li hember wan hêzên ewlekariyê dest bi operasyonê kirine.

Parêzgariyê daxwaz ji welatiyan kir, heta fermaneke nû û ji bo ewlehiya can û milkên wan pabendî biryarê bibin.

 

S. B