Merkel: Hebûna hêzên xwe yên li Tirkiyê nakin bazarê

K24 – Navenda Nûçeyan

Şêwirmenda Almanyayê Angela Merkel dibêje, Dadgehê serbixwe li mijara kesên ji Almanya pena xwestine dinêrin û hebûna serbazên wan yên li Binkeya Konyayê nakin mijara bazariyên siyasî.

Merkel di hevpeyvîna xwe ya televîzyoneke Almanî de da xuyakirin, derbarê betalkirina serdana parlamenteran de, bi hikûmeta Tirkiyê re hevdîtin berdewam dikin û derbarê kesên ku ji Almanya pena xwestine ti daxwazek nehatiye kirin. Lê eger bê kirin jî ewê ret bikin, jiber ku ew mijara dadgehê ye.

Merkel got, ji mafê parlamenteran e ku serdana serbazên xwe yên li Binkeya NATO'yê bikin û bo vê jî divê ti daxwazeke cuda neyê kirin.

Hikûmeta Tirkiyê, serdana parlamenterên Almanyayê bo serbazên li Binkeya Konyayê betal kiribû. Hê berê jî jiber astengkirina serdana Binkeya Încîrlîkê, Almanya serbazên xwe veguhestibûn Urdinê.