Şêwirmendê dadî 50 milyon Lîra dizîn û revî
K24 – Navenda Nûçeyan
Ligor agahdariyên di medyayê Tirkiyê de, şêwirmendê dadî yê Dezgeha Radyo û Telewizyonan a Tirkiyê (TRT) Kubilay A. bi formulekirina belgeyên sexte 50 milyon lireyên tirkî (derdora 14 milyona Dolarên Amerîkî) diziye û reviyaye Amerikayê.
Ev bûyer, piştî lêkolînên aborî derdora dezgehê de hatiye tesbît kirin. Kubilay A. di dema çendîn salan de bi nîşankirina dayînên sexte û belgeyên sexte 50 milyon lireyên tirkî derbasî hesabên xwe yên bankayan kirin e. Paşî jî reviyaye Amerikayê.
Tirkiye ji bo girtina wî, daxwazname radestî Interpol (Polisê Navdewletî) kiriye.