Biryarnameyek nû ya di hikma yasayan de hate ragihandin

Li Tirkiyeyê di çarçoveya rewşa awarteyê de biryarnameyek nû ya di hikma yasayan de hate ragihandin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Li Tirkiyeyê di çarçoveya rewşa awarteyê de biryarnameyek nû ya di hikma yasayan de hate ragihandin.

Biryarnameya nû di Rojnameya Fermî de belav bû û 1823 kesên ku berî niha ji karên xwe hatibûn dûrxistin, careke din vegeriyan ser karên xwe. Lê di heman demê de 262 kesên din jî jikar hatin dûrxistin. 

Di çarçoveya biryarnameya nû de 2 dezgehên medyayê jî hatin girtin.

Li Tirkiyeyê di 15ê Tîrmeha sala 2016an de hewla derbeya leşkerî hatibû kirin. Hikûmeta Tirkiyeyê Tevgera Fetullah Gûlen tohmetbar kir û rewşa awarte ragihand.

Di çarçoveya Rewşa Awarteyê de ji 50 hezarî zêdetir mirov girtî ne û 100 hezarî zêdetir karmend ji kar hatin dûrxistin.