Wezîrê Derve yê Almanya gihîşt Hewlêrê
K24 – Navenda Nûçeyan
Wezîrê Derve yê Almanya Heiko Maas gihîşt Hewlêrê Paytexta Herêma Kurdistanê û biryar e ligel berpirsên pilebilind ên Herêma Kurdistanê bicive û komek pirsên girêdayî bi Almanya, Herêma Kurdistanê û Iraqê guftûgo bike.
Peyamnêrê K24ê li Firokxaneya Navdewletî ya Hewlêrê da zanîn. Biryar e îro Wezîrê Derve yê Almanya Heiko Maas îşev li Herêma Kurdistanê bimîne û sibe hevdtinê ligel nûnerên pêkhateyên netewî û olî yên Herêma Kurdistanê bike û serdana kampeke koçberan jî bike.
Serdana Wezîrê Derve yê Almanya piştî rojekê ji serdana Wezîrê Derve yê Hollanda Stef Blok û civîna wî bi Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî re tê.
Duhî Wezîrê Derve yê Almanya Heiko Maas bi serdanekê gihîştibû Bexdayê û ligel berpirsên wî welatî civiyabû.
Pirsa dubare avedankirina navçeyên ziyan gihîştinê, rûbirûbûna terorê û dosya koçberan tewereke sereke ya guftûgoyan bû.
S. B