Putîn: Rûsya çekan nade YPGê

Serokê Rûsyayê Vladimir Putin radigihîne, Rûsyayê çek ji YPGê re neşandine, ti pêwîstî tune ye ku çek bo Kurdên Sûriye re were şandin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokê Rûsyayê Vladimir Putin radigihîne, Rûsyayê çek ji YPGê re neşandine, ti pêwîstî tune ye ku çek bo Kurdên Sûriye re were şandin.

Serokê Rûsyayê Vladimir Putîn li Paytaxta Çînê li Pekînê piştî forûma ku beşdar bû, di konferanseke rojnamevanî ragihand, vajî welatên din, em ti çekan ji hêzên Kurdî yên li Sûriyê re naşînin. Di baweriya me de, ti pêwîstî tune ye ku em çekan bidin wan.”

Herwiha Putîn got: “Rola Kurdên li Sûriyê di şerê li dijî DAIŞê de xwedî girîng e. Em pêwendiyê pê re dikin, da ku ti rûdanên bi şaşîtî nebin.”

Putîn amaje bi wê kir jî, ti sedem tune ye ku Enqere li ser pêwendiyên di navbera Rûsya û Kurdan de dilgeran be.

Ev daxuyaniyên Serokê Rûsyayê di demekê de ye, berî çend rojan Koşka Spî ya Amerîkî biryar da, ji bo piştevanîkirina şerê Reqayê, çekên giran bide YPGê. Tirkiye jî gelekî ji vê biryara Amerîka dilgiran bûbû.